Şaredariyên Wan û Diyarbekirê peyamên bi Kurdî parve dikin

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Piştî rêvebirina 8 salan a qeyûman ku şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi rê ve dibirin, ji bo cara yekê li şaredariyên Wan û Diyarbekirê li ser torên medyaya civakî yên fermî peyamên bi Kurdî hatin parvekirin.

Piştî hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê, namzedên serkeftî yên Dem Partiyê li peyî hev derbasî şaredariyan dibin û dest bi xebatên herêmî dikin.

Platformên medyaya civakî yên fermî ku agahiyên şaredariyê ji bo welatiyan tê de tên parvekirin jî ketin destên rêveberiyên nû.

Ji van şaredariyan, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, peyamên bi Kurdî parve dikin.

Welatiyên ku mafê rêvebirinê dabû van namzedan jî ji dîtina zimanê Kurdî li ser malperên fermî yên şaredariyan kêfxweş bûn.

Vê sibehê li ser malpera fermî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê wêneyê zarokekî ku li hespekî spî siwar bûye hat parvekirin û li bin wî wêneyî jî “Rojbaş Amed” hat nivîsandin.

Li aliyê din Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî li ser çûnehata cejinê peyamek parve kir û hat gotin ku “Otobusên binevşî yên şaredariya me di çûnehata cejina Remezanê de bê pere ne.”