Sûriye.. Ji destpêka Nîsanê ve 16 kes bûne qurbaniyên teqîna paşmayên şer

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber mîn û bermahiyên şer, 16 sivîl ji destpêka vê mehê ve li deverên di bin kontrola hêzên rêjîma Sûriyeyê de, canê xwe jidest dane û birîndar bûne.

Bermahiyên şer, yên wek mîn û bombeyên neteqiyayî, nîgeraniyeke mezin di nav sivîlan de li hemû herêmên Sûriyeyê çêkiriye, bêyî ku desthilatên xwecihî û rêxistinên mirovî kar ji bo rakirina wan bikin.

Di vê derbarê de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ji destpêka Nîsanê ve, 6 sivîl ku di nav wan de jinek heye ji ber teqîna mîn û paşmayên şer canê xwe jidest dane. Herwiha 10 kesên din jî ku di nav wan de 5 jin û zarokek heye birîndar bûne.

Rewangehê diyar kir, hemû teqînên ku ji destpêka meha Nîsanê ve bûne sedema kuştin û birîndarbûn sivîlan, li herêmên di bin kontrola hêzên rêjîmê de rû dane.

Li gorî hemanê jêderê, ji destpêka sala 2024an ve, zêdetirî 90 kesan ku 49 kes ji wan zarok in, di encama teqîna mîn û bombeyan de li seranserî Sûriyeyê hatine kuştin.