Li Efxanîstanê 33 kes di lehiyê de xeniqîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efxanîstanê ji ber lehiya 3 rojan, herî kêm 33 kes xeniqîne û 27 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Wezareta Dewletê bo Karesatên Sirûştî Ebdullah Cenan Saîq îro 15ê Nîsanê di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ji ber barana demsalî li Efxanistanê lehî rabûn û di lehiya 3 rojan de herî kêm 33 kes xeniqîne û 27 kes jî birîndar bûne.

Li gorî Ebdullah Cenan, di encama lehiyê de zêdetir ji 600 xaniyan zirar dîtine yan jî wêran bûne. Herwiha Nêzî 200 ajel jî xeniqîne.

Da zanîn jî, nêzîkî 800 hektar zeviyên çandiniyê û zêdetir ji 85 kîlometran ji rêyan ziyan ji ber rabûna lehiyan dîtine.

Berdevkê Wezareta Dewletê bo Karesatên Sirûştî diyar kir, rojavayê parêzgeha Fereh, Herat, başûrê Zabul û Qendaharê, herî zêde zirar dîtine.

Ji aliyê din ve, Keşnasiya Efxanistanê pêşbînî kir ku di rojên pêş de, li 34 parêzgehan pêleke baranê bibare.