Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê amûrên dengdanê diceribîne

Cumane Xelay
Cumane Xelay

Navenda Nûçeyan (K24) - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê îro cerbiandina yekê ji bo amûrên dengdanê û veguhastina zanyaran ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay îro (Sêşem, 16ê Nîsana 2024ê) ji K24ê re ragehand, “Komisyon îro ceribandina yekê ji wan her sê ceribnadinên hatine diyarkirin ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike ku girêdayî amûrên dengdanê û veguhastina zanyaran in.

Cumane Xelay herwesa got, “Ev ceribandina komisyonê li 180 westgehên dengdanê tê kirin, ku heft ji wan taybet û 173 jî westgehên dengdanê yên giştî ne. Ev westgehên ku ceribandin tê de tê kirin dikevin parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Yekşemê, 03ê Adara 2024ê, di merasîmekê de roja 10.06.2024ê wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kir.

Li dû wê biryarê jî, hemî aliyên peywendîdar pabend dibin ku, ji bo bicihanîna vê biryarê pêngavên pêdivî ji bo hevkarî û hevahengiyê ligel Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan biavêjin.

Biryar bû hilbijartinên Parlamena Kurdistanê li 25ê Sibata borî hatiban kirin, lê Komisyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3ê Çileya 2024ê gotibû, “Ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federalî ya li ser kursiyên pêkhatan heta 21ê Çileyê, komisyon nikare hilbijartinên parlemenê di 25ê Sibata 2024ê de pêk bîne”.