Şaxewan Ebdula: Em ji bo qerebûkirina kesûkarên Enfalkiriyan kar dikin

Şaxewan Ebdula
Şaxewan Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê di roja salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesan û Dola Xoşnawetiyê de dibêje, “Em sozê didin ku her tiştekê pêdivî ji bo qerebûkirina kesûkarên Enfalkiriyan bikin”. Amajeyê jî dide, “Tawana Enfalê di dîroka Îraqê de tawaneke herî çepel e”.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula îro (Sêşem, 16ê Nîsana 2024ê) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Em daxwazê ji Hikûmeta Îraqê û hemî aliyên peywendîdar dikin ku berpirsyarîtiya xwe bi cih bînin û qurbaniyên Enfalê û kesûkarên wan li Herêma Kurdistanê qerebû bikin”.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê herwesa got, “Piştî zêdetirî 20 salan ji nemana rijêma Beis, em wekî hikûmet, Civata Nûneran û aliyên din ên peywendîdar xwe li beranberî kesûkarên serbilind ên Enfalkiriyan xemsar dibînin ji ber ku me nekariye wekî pêdivî wan qerebû bikin”.

Şaxewan Ebdula got, “Em wesa difikirin ku divê em ji qonaxa bîranîna tawana Enfalê derbazî qonaxa qerebûkirina rastîn a kesûkarên Enfalkiriyan bibin. Herwesa kar ji bo vekirina gorên bikom bê kirin û pişkinînên DNA ji bo terman bên kirin, ji bo ku pêşkêşî kesûkarên wan bên kirin”.

Navbirî tekez jî kir, “Tawana Enfalê di dîroka Îraqê de tawaneke herî çepel e ku di derheqa zarok, jin û danemrên Kurd de hat kirin û ew hemî bi saxî hatin binaxkirin. Ev yek ji wan tawanan e yên ku heta niha jî me nekariye li ser astê navdewletî wekî komkujî bidin nasandin”.

Şaxewan Ebdula soz da kesûkarên şehîan ku ji niha û pê de wekî nûnerên Kurd li Civata Nûnerên Îraqê her tiştekî pêdivî ji bo qerebûkirina wan bikin.

Îro 37 sal bi ser êrîşa yekê ya kîmyayî ya rijêma Beis li ser Kurdistanê re derbaz dibin ku li Dola Xoşnawetiyê li sinorê parêzgeha Hewlêrê, Balîsan û Şêx Wesan û gundên derdorê kirin armanc û zêdetirî hezar welatiyan hatin şehîdkirin û birîndarkirin û enfalkirin.

Rijêma berê ya Îraqê li roja 16ê Nîsana 1987ê êrîşeke kîmyayî kir ser Dola Balîsan û gundên Xoşnawetiyê ku wekî êrîşa yekê ya kîmyayî ya rijêma Beis li ser Kurdistanê tê hesibandin.

Piştî wê êrîşa kîmyayî, bi dehan welatiyên birîndar, ku ji bo çareseriyê gehandibûn nexweşxaneyên Hewlêrê, ji aliyê hêzên rijêma Beis ve hatin revandin û enfalkirin û heta niha jî çarenivîsê wan diyar nîne.

Kîmyabarankirina Dola Xoşnawetiyê ev gund vegirtin: Şêx Wesan, Kanî Berd, Bêrawe, Şîre, Xetê, Balîsan, Melekan û Deraş.

Herwekî rêzgirtin ji bo şehîd û qurbaniyên kîmyabarana Dola Xoşnawetiyê, Perlemana Kurdistanê di rûniştina xwe ya roja 7ê Nîsana 2008ê de bi biryara hejmar yek a sala 2008ê roja 16ê Nîsanê wekî roja jîngeha Kurdistanê diyar kir.

Her sal di roja salvegera kîmyabarankirina Xoşnawetiyê û roja jîngeha Kurdistanê de, dezgehên hikûmetê û welatî û tex û çînên Kurdistanê bi çandina şitilên daran û çalakiyên din roja jîngeha Kurdistanê zindî dikin.