Nêçîrvan Barzanî Sersala Êzdiyan pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta hatina Sersala Êzîdiyan peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû bawermendên ola êzîdiyan li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û hêviya saleke pir xêr û xweşî ji wan re xwast.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Cejna Sersala Êzdiyan li hemû xwişk û bira û hevwelatiyên me yên Êzdî li Kurdistan, Iraq û cîhanê de pîroz dikim. Hêviya derbaskirina cejn û bêhnvedaneke aram û tena û saleke tijî bextewarî û serkeftin bo hemiya dixwazim.

Di vê helkeftê de, careke din em hevwelatiyên xwe yên Êzdî piştrast dikin ku piştevaniya me û saziyên Herêma Kurdistanê ji bo maf û daxwazên wan ên rewa û herwesa karê ofîsa me ya rizgarkirina revandiyên Êzidî heta dûmahiya dê berdewam be.

Sersal pîroz be, hersal bi xêr û xweşî

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

616/4/2024

Nêçîrvan Barzanî Sersala Êzdiyan pîroz dike