Haley Stevens ji K24ê re: Serdana Sûdanî bo Washingtonê dîrokî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Civata Nûneran a Amerîkayê Hailey Stevens ji K24ê re ragihand, Serokwezîrê Iraqê bi şandeke parlamenterên her du partiyên sereke yên Amerîkayê civiya û dixwazin pêwendiyên Amerîka û Iraqê di warên cuda de bi pêş ve bibin.

Stevens got: “Seredana Serokwezîrê Iraqî Mihemed Şiya Sûdanî bo Washington dîrokî bû û got: “Ez ji Iraqeke nû geşbîn im, bi taybetî di warê nûjenî, berhemanîn, çavkaniyên enerjiyê û karsaziyê de.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi awayekî fermî ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve bo Koçka Spî hat vexwendin û tevî şandeke hikûmetê, parlamenter û kertê taybet roja Sêşemê, 13ê Nîsana 2024ê, ji Bexdayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Ev yekemîn serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya ji bo Amerîkayê ye. Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî heta 19ê vê mehê li Amerîkayê dimîne. Herwesa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma kurdistanê Sefîn Dizeyî jî yek ji endamên şanda Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ye.