Li Goksuna Mereşê erdhejêk bi heza 3.9 pileyan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Goksun a Mereşê erdhejêk bi heza 3.9 pileyan li gorî pîvera Richterê rû da.

Saziya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD) eşkere kir, li navçeya Goksun a Mereşê erdhejêk bi heza 3.9 pileyan rû da.

AFADê diyar kir, erdhej îro demjimêr 08.45ê rû da ye û kûrahiya wê 11.35 kîlometre bin erdê ye.

 Heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên canî û madî nehatiye ragihandin.