Israîl başûrê Sûriyeyê moşekbaran dike

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyeke serbazî ya Sûriyeyê radigehîne, “Israîlê bi rêya moşekan êrîş kiriye başûrê Sûriyeyê”.

Çavkaniyeke serbazî ya Sûriyeyê ragehand, “Israîlê seet 02:55 yê serê sibeha îro (Înî, 19ê Nîsana 2024ê) bi moşekan êrîş kir ser hejmareke pêgehên bergiriya asmanî li her du parêzgehên Swêda û Derayê yên başûrê Sûriyeyê û zirareke madî ya zêde gehandiye wan”.

Êrîşa li ser Sûriyeyê piştî êrîşa li ser Îranê tê, wekî ku rojnameya Washington Postê ya Amerîkayî di hejmara xwe ya îro (Înî, 19ê Nîsana 2024ê) de li ser zarê berpirsekî bilind ê Israîlê ragehandiye, artêşa Israîlê di êrîşeke asmanî de li nav axa Îranê bersiva êrîşa moşek û dronan a Îranê ya li ser Israîlê daye.

Serê sibeha îro nûçeya êrîşkirina ser Îranê ji aliyê Israîlê ve li medyayên cîhanê belav bû, Televîvê jî ew zanyar piştrast kiriye.

Civata Bilind a Ewlehiya Niştîmanî ya Îranê dibêje, “Çi êrîşên moşek û dronan li ser Îranê nehatine kirin”.

Wê civatê ron jî kir, “Ji bo bergirîkirina ji her êrîşekê, sîstema dijemoşekan li hin deverên Îranê hatiye çalakkirin. Heta niha raport amajeyê didin ku, çi êrîşeke hêjayî behskirinê nehatiye ser Îranê.