Silêmanî.. Erebeya Eta Serawî hat teqandin

Silêmanî (K24) - Peyamnêra K24ê ya Silêmaniyê Daliya Kemal ragehand, “Li taxa Serçinarê ya bajarê Silêmaniyê erebeyek teqiya”.

Daliya Kemal herwesa got, “Ew erebe ya endamê berê yê Serkirdetiya YNKyê Eta Serawî ye”.

Navbiriyê amaje jî da, “Li dû zanyaran, nîv seetê berî wê rûdanê, dema Eta Serawî bi merema xwarinê qesta yek ji xwaringehên taxa Serçinarê ya ya bajarê Silêmaniyê kir, erebeya wî teqiya”.

Peyamnêra K24ê tekez jî kir, “Ew erebe bi rêya bombeyekê hatiye teqandin, ku pêştir pê ve hatiye girêdan”.

Daliya Kemal herwesa got, “Tîmên ewlehiyê gehiştine cihê wê rûdanê û dest bi vekolînan kiriye”. Eşkere jî kir, “Eta Serawî bisilamet e”.

Şahidekî li ser wê rûdanê ji K24ê re got, “Piştî wê teqînê, çend çekdaran teqe dikir”.