Serok Barzanî: Ez bi pêşwazîkirina Serokkomarê Tirkiyeyê li Kurdistanê dilxweş bûm

Serok Barzanî û Recep Tayyip Erdogan
Serok Barzanî û Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokkomarê Tirkiyeyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

Serok Mesûd Barzanî îşev (Duşem, 22.04.2024) li ser tora civakî ya Xê di derheqa civîna xwe ya li gel Serokkomarê Tirkiyeyê de peyamek parve kir û amaje da, “Me li ser rêyên berdewam ên hevahengiyê di berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyeyê de danûstandin kirin”.

Piştî gehiştina wî ji bo Hewlêrê û pêşwazîkirina wî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi Serok Barzanî re civiya.

Serdana Erdogan a ji bo Hewlêrê piştî serdana wî ya ji bo Bexdayê tê, ku seet 11:00 ê sibeha îro (Duşem, 22.04.2024) gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve pêşwazî lê hat kirin. Piştî civînan jî, îmza li ser 26 peyman û yadaştên hevfehimandinê hatin kirin.