Hewramanî: Mesrûr Barzanî daxwaza terxankirina darayî bo damezrandina her sê yekemên zanîngeh û peymangehan dike

Pêşewa Hewramanî
Pêşewa Hewramanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî aliyên peywendîdar raspartine ku bi rêya Wezareta Darayî ya Îraqê bizavên cidî ji bo terxankirina darayî ji her sê yekemên dezgehên zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê re bikin”.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî duhî (Sêşem, 23.04.2024) ragehand, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza terxankirinadarayî ji bo damezrandina her sê yekemên zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê dike”.

Pêşewa Hewramanî amaje jî da, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê raspartine ku bi rêya Wezareta Darayî ya Îraqê bizavên cidî ji bo terxankirina darayî ji her sê yekemên dezgehên zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê re bikin, bi merema damezrandina wan li dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê”.