Nûrî Malikî: Şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê berdewam dibe

Nûrî Malikî: Mimkin e hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Cotmeha îsal bên kirin
Nûrî Malikî
Nûrî Malikî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê fermanberên Herêma Kurdistanê piştrast dike û radigehîne, “Şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Darayî ya Îraqê ve berdewam dibe”. Herwesa dibêje, “Mimkin e hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Cotmeha îsal bên kirin”.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî îro (Yekşem, 28.04.2024) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Mimkin e Serokatiya Herêma Kurdistanê jivanê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ji bo Cotmeha îsal paş bixe. Ev pirseke teknîkî ye û girêdayî Serokatiya Herêma Kurdistanê ye û Komisyon jî dê karên xwe bike”.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê herwesa got, “Wezareta Darayî ya Îraqê li ser şandina mûçeyên mehane yên fermanberên Herêma Kurdistanê berdewam dibe. Di dema borî de berdewam mûçe ji bo Herêma Kurdistanê hatiye şandin, em bizavê dikin ku çareseriyeke bingehîn ji bo vê pirsê peyda bikin”.

Nûrî Malikî di derheqa êrîşa li ser Zeviya Kormorê de jî got, “Em qebûl nakin û rêyê jî nadin KU bi çi rengan êrîşî çi devereke Herêma Kurdistanê bê kirin”.

Navbirî eşkere jî kir, “Me bi merema çarekirina arêşeyên hilawîstî berdewam peywendî bi Herêma Kurdistanê re heye, wekî piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî, mûçeyên fermanberan û pirsên din”.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê tekez jî kir, “Ez geşbîn im ku ew arêşeyên di dema borî de me nekarîbû çare bikin bi serdana vê dawiyê ya Şanda Herêma Kurdistanê bên çarekriin”.