Li Riwandizê bi zêdetir ji du milyar dînar proje tên cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Serperişyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê got, hejmarek projeyên xizmetguzariyê bi bihayê zêdetir ji du milyar dînar tên cîbicîkirin. Di pêşerojê de dê çend projeyên din jî bên cîbicîkirin.

Serperişyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb îro 2ê Gulanê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, kevirê bingehîn ê çend projeyan li Soranê datînin.

Helgurd Şêx Necîb diyar kir jî, di demek nêzîk de, ewê hewl bidin ku projeyên din ên ku divê bên cîbicîkirin, bi cih bînin.

Projeyên ku têne kirin ev in:

* Projeya Ava Geliyê Akoyan bi bihayê 600 milyon dînar.

* Qîrkirin û betonkirina rêyên gundên Saranê, Gerwanî Xewarû, Akoyan, Feqiyan, Awî Kewn, Gerwanî Serê yên navçeya Riwandzê bi bihayê 769 milyon dînar.

* Nûjenkirin û çakkirina kolanên navenda qezaya Riwandizê bi 480 milyon dînar.

* Nûjenkirina stadyuma 11 lîstikvanan li Riwandizê û pereyê ku ji bo wê hatiye terxankirin nêzîkî 290 milyon dînar e.

* Betonkirina cadeyên Berzêwe, Mewliyan û Cundiyan bi 270 milyon dînar.