Wezareta Tendirustiyê 31 cûnên vexwarinên enerjiyê bindest kirin

Wezareta Tendirustiyê
Wezareta Tendirustiyê

Navenda Nûçeyan (K24) - 31 cûnên vexwarinên enerjiyê ku çi destûrî nînin û li Wezareta Tendirustiyê nehatine tomarkirin hatine bindestkirin û dê bên pûçkirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 02.05.2024) di nivîsarekê de ragehand, “Li sûkên Herêma Kurdistanê 31 cûnên vexwarinên enerjiyê bê hebûna nivîsarên destûriyê yên Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên firotin. Ev jî qaçax û bêkêr ji bo bikaranînê tên hejmartin, lewma tên komkirin û pûçkirin”.

Li dû rênimayên Wezareta Tendirustiyê, pêdivî ye kargeh û kompanî ji bo çêkirin û hawirdekirina vexwarinên enerjiyê destûriyê ji Wezareta Tendirustiyê werbigirin, lê piştî lidûçûna tîmên çavdêriyê yên Wezareta Tendirustiyê diyar bû ku zêdetirî 31 cûnên vexwarinên enerjiyê hene çi destûrî nînin. Ev jî qaçax û bêkêr ji bo bikaranînê tên hejmartin, lewma tên komkirin û pûçkirin”.

Di wê ragehandinê de hatiye, “Wezareta Tendirustiyê hemî aliyên peywendîdar haydar kirine ku divê li sûkan destê xwe danin ser wan hemiyan û vekolînan li ser wê mijarê bikin û rêkarên qanûnî li beranberî her kesekê zêdegaviyê dike bi cih bînin”.