Fuad Hisên û Romanowski danûstandinan li ser pêşxistina peywendiyên Bexda û Waşintonê dikin

Fuad Hisên û Alina Romanowski
Fuad Hisên û Alina Romanowski

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îraqê amajeyê dide ku, Wezîrê Derve yê Îraqê bi Balyoza Amerîkayê li Îraqê re civiyaye û danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên navbera Bexda û Waşintonê û encamên serdana Serokwezîrê Îraqê ji bo Amerîkayê kirine.

Wezareta Derve ya Îraqê îro (Pêncşem, 02.05.2024) ragehandinek belav kir û tê de amaje da, “Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir û di civînekê de danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên navbera Bexda û Waşintonê û encamên serdana Serokwezîrê Îraqê ji bo Amerîkayê kirin”.

Wezareta Derve ya Îraqê amaje jî daye, “Her du aliyan tekez li ser giriniya lidûçûna encamên serdana Sûdanî û civînên Lijneya Bilind a Hevahengiyê ya lihevkirinan HCC kiriye”.

Her li dû wê ragehandinê, Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski peyameke serexweşiyê ji aliyê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken gehand Fuad Hisên ji ber koça dawiyê ya hevjîna wî”.