Bakurê Kurdistanê.. Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê hişyariya baranê kir

Bakurê Kurdistanê
Bakurê Kurdistanê

Diyarbekir (K24) - Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê ragihand ku li bajarên Bakurê Kurdistanê tê payîn ku şiliyeke bibandor çê bibe.

Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê daxuyaniyek parve kir, tê de hat destnîşankirin ku barana bihêz dê ji saetên êvarî li roja Yekşemê dest pê bike û ji bo vê jî welatî hatin hişyarkirin da ku li hember lehiyan baldar bin.

Di daxuyaniya Saziya Keş û Hewayê de hat ragihandin ku li çend bajarên Bakurê Kurdistanê dê baraneke bibandor bibare.

Li gorî wê daxuyaniyê, baran dê ji êvarî pê dê li Diyarbekir, Êlih, Mêrdîn, Sêrt û Şirnexê bandora xwe zêde bike.

Her wiha hat diyarkirin ku divê welatî li dijî xetereya lehiyan û ji ber lehiyan hişyar bin.