Yekem Mozexaneya Perwerdeyî li Parêzgeha Dihokê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi berhevbûna Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yekem Mozexaneya Perwerdeyî li Parêzgeha Dihokê li Akrê hat vekirin.

Bi berhevbûna Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd, yekem Mozexaneya Perwerdeyî li Parêzgeha Dihokê li Akrê hat vekirin û navbirî di nav wê mozexaneyê de geriya û daxuyaniyek da.

Piştî ku Wezîrê Perwerdeyê di nav hemî parên wê mozexaneyê de geriya di daxuyaniya xwe de got, “Me bi hîmeta hemî aliyan karî vê mozexameyê ava bikin û îro jî me ev mozexane vekir”.

Navbirî herwesa tekez kir, “Ev dibistan bi taybetî û kertê perwerdeyê li Akrê bi giştî di warên birêvebirin, xizmetkarî, siyasî û diplomasî de cihê pêşxistina gelek kadir û serkirdeyan bûye û kariye şûntilên xwe ji bo xizmeta Kurd û Kurdistanê diyar bike”.

Di nav wê mozexaneyê de gelek tomarên kevnar û kereste û belgenameyên dîrokî yên girêdayî xwandina berê hatine berçavkirin û aliyê pê rabûyî da diyarkirin ku ew dixwazin van belgenameyan biparêzin û bixin ber çavan.

Birêveberê Moxaneya Perwerdeyî ya Akrê Erwîn Mihemed Seîd got, “Giringiya mozexaneya perwerdeyî ew e ku ew erşîf û belgenameyên di nav dibistanan de winda nebin”.

Erwîn Mihemed Seîd ron jî kir, “Eger em lê binêrin, di dîrokê de gelek belgenameyên me winda bûne. Em dixwazin van belgename û tomaran hemiyan li cihekî kom bikin, ku xwendekarên me yên zanîngehan jî ji bo vekolanên xwe yên zanistî feydeyî jê werbigirin”.

Ev mozexane di nav kevintirîn dibistana Akrê de hatiye vekirin ku ew jî Dibistana Akrê ya Bineret e û jiyê wê 102 sal e û li ser astê parêzgeha Dihokê dibe xwediya mozexaneya perwerdeyî ya yekê.