Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê dicivin

Nêçîrvan Barzanî û Esîr Dawid Elxurêrî
Nêçîrvan Barzanî û Esîr Dawid Elxurêrî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê tekezê li ser giringiya berfirehkirina kertê bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê û Îranê de dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 07.05.2024) di hevdîtinekê de bi Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê Esîr Dawid Elxurêrî re ku niha bi serdanekê li Tehranê ye danûstandin li ser peywendî û astê livîna bazirganî ya Îraq û Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamî ya Îranê re kirin.

Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser warên bazirganî û çalakiyên aborî yên Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û çawaniya peydakirina derfetên baştir ên bazirganî û nehêlana berbestên di rêya xwe de li hev guhertin.

Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, her du aliyan tekez li ser giringiya berfirehkirina kertê bazirganiyê di navbera xwe de kir ku dê bandoreke erênî li ser vejandina aborê her du aliyan hebe.