Sasan Ewnî: Heftiya bê cihê dabînkirina erdî ji bo fermanberan li ser nexşeyî tê diyarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo bicihanîna fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina erdî ji fermanberan re, Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji hemî şaredariyan kir ku di dema heftiyekê de raporteke têr û tesel amade bikin û tê de hejmara fermanberan û cihê dabînkirina erdî li ser nexşeyî diyar bikin.

Îro (Pêncşem, 09.05.2024) bi serperiştiya Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî, civîna duyê ya Civata Şaredariyê bi merema destpêkirina pêngavên kiryarkî ji bo parvekirina erdî li ser fermanberan hat kirin ku şêwirmend, birêveberên giştî yên nexşedanana avedanî û qanûnê li Wezareta Şaredariyê, birêveberên giştî yên şaredariyan, serokên şaredariyan, birêveberên nexşedanana avedaniyê li tevaya parêzgeh û îdareyên serbixwe tê de berhev bûbûn.

Sasan Ewnî ji aliyê xwe ve lidûçûn ji bo karê şaredariyan kir ku di civîna borî de hatibûn raspartin ji bo zanîna hejmara fermanberan û dabînkirina erdî û nexşeyê erdî û diyarkirina cih û astengên teknîkî û qanûnî li sinorên şaredariyan ji bo ku li nêzîk fermanber feydeyî ji biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo parvekirina erdî werbigirin.

Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê di wê civînê de tekez li ser lezkirina di wê piroseyê de kir û daxwaz kir ku heftiya bê tevaya şaredariyan raporteke tevav û têr û tesel berhev bikin û tê de hejmara fermanberan û cihê dabînkirina erdî li ser nexşeyî bê diyarkirin.

Navbirî amaje jî da ku eger erd di sinorê masterplanê de bedrest nebû, ji bo ku hejmara herî zêde ya fermanberan feydeyî ji wergirtina erdî werbigire, pêdivî ye masterplana şaredariyan berfireh bikin û erdî dabîn bikin.