Li Stenbolê bihayê nan zêde dibe

Stenbol (K24) - Li gorî biryara Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ITO) ji 9ê Gulana 2024an û pê ve bihayê nanekî 200 gramî bi rêjeya ji sedî 31,25an hatiye zêdekirin û dê nanê 200 gramî ji 8 lîreyan bi 10 lîreyan bê firotin.

Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê ITOyê di civîna xwe ya meha Gulanê de danûstandin li ser bihayê nan kirin.

Di wê civînê de biryar hat dayîn ku bihayê nan bê zêdekirin.

ITOyê ragihand ku ji ber zêdebûna xerciyên wekî ard, hêvan û karkeriyê nanpêj rûbirûyê zehmetiyan dibin û ji ber vê yekê jî wan biryar da ku bihayê nan bê zêdekirin.

Li gorî biryara nû ya ITOyê:

Nanê 1 kîloyî bi 50 lîreyan, nanê 200 gramî bi 10 lîreyên Tirkîye.

Kanûna Pêşîn a 2023yan jî bihayê nan careke din ji ber heman hincetan hatibû zêdekirin.