Iraq: Heta dawiya meha Tîrmehê emê hemû koçberan vegerînin cih û warên wan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê dibêje, ew ê kar bikin ku heta dawiya meha Tîrmehê hemû koçber vegerin navçeyên xwe.

Nêzîkî 10 salan di ser koçberbûna xelkê Şingalê û deverên din ên sunneyan bo Herêma Kurdistanê re derbas dibe. Niştecihên van deveran ji ber gefên DAIŞê koçber bûne, lê niha ji ber sedemên cuda nikarin vegerin warên xwe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn car tekezî li ser wê yekê kiriye ku ew amade ye ji bo vegerandina koçberan, alîkariya hikûmeta federal bike, lê bi mercê ku aramî li navçeyên wan bê peydakirin û mafên wan bên garantîkirin.

Piştî derbasbûna zêdetirî 10 salan di koçberbûna wan û 7 salan di ser ragihandina serkeftina li dijî DAIŞê, lê gelek koçber ji ber xemsariya hikûmeta Iraqê nikarin vegerin warên xwe.

Li gorî amaran, 37 hezar malbat li 24 kampên parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê mane, herwiha zêdetirî 750 hezar kes jî li derveyî kampan dimînin û ji ber sedemên cuda, ditirsin vegerin warên xwe. Koçberên ku ji ber metirsiya DAIŞê reviyane, niha ji ber çend sedemên din nikarin vegerin deverên xwe.

Piştî 4 salan ji îmzekirina rêkeftina Şingalê, lê heta niha hikûmeta Iraqê ew rêkeftin cîbicî nekiriye, ku rê dide rewşa Şingalê asayî bibe û gund û deverên derdora wê bên avedankirin.

Her wiha gelek koçber ji ber nêrînên siyasî, ji aliyê komên çekdar ve rêgirî li vegeran wan bo Şingalê û deverên din ên Deşta Neynewayê tê kirin.

Pereyên ku ji bo hêsankirina vegera koçberan û jinûveavakirina herêmên wan tên veqetandin jî, komên desthilatdar wan ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî bikar tînin.

Herwiha mîlîşya û komên çekdaran bi milîtarîzekirina deverên wan û sepandina qedexeya derketina derve, rê li ber vegera koçberên Sunne bo navçeyên xwe digirin.

Ji aliyekî din ve, bi bihaneya ku rê li ber derketina terorê li hin deverên sunneyan, hewla guhartina demografiya wan deveran tê dayîn.

Di dema borî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû ku ew piştevaniya vegera koçberan bo navçeyên xwe dike û ji bo vê mebestê jî amade ye bi hikûmeta Iraqê hevahengiyê bike, lê bi mercê ku ev mijar ji çarçeweya siloganan derkeve û şert û mercên vegera koçberan peyda bike, keşeke ewle û aram li deverên wan dirust bike û deverên wan avedan bike.