Tirkiye.. Dadgehê sizayê 42 salên zindankirinê li ser Selahedîn Demîrtaş sepand
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber wan xwenîşandanên ku berî nêzî heşt salan li dijî dorpêçkirina bajarê Kobaniyê ji aliyê DAIŞê ve çê bûbûn, Dadgeha Tirkiyeyê duhî (Pêncşem, 16.05.2024) sizayê 42 salên zindankirinê li ser Serokê berê yê Partiya Demokrat a Gelan Selahedîn Demîrtaş sepand.
Demîrtaşê 51 salî ji sala 2016ê ve hatiye girtin, pêştir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daxwaz ji Enqereyê kiribû ku bi zûtirîn dem wî azad bike, bi liberçavwergirtina wê yekê ku armanca zindankirina wî “xendiqandina berfirehiya siyasî ye”.
Medyayên Tirkiyeyê behsa wê yekê dikin ku Demîrtaş li ser bi dehan tawanan hatiye sizadan, wekî têkdana hevgirtin û yekparçeyiya axa Tirkiyeyê.
Desthilata Dadweriyê herwesa sizayê 30 salên zindankirinê ji bo hevseroka berê ya wê partiyê Fîgen Yuksegdag jî sepand.
Kanala NTV û Rêkxistina Vekolana Medya û Qanûnê belav kiriye, ji aliyê dadgeheke bajarê Sincanê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê ve siza li Siyasetvana Tirkiyeyê Yuksegdag hatiye sepandin.
Rêkxistina Vekolana Medya û Qanûnê belav kiriye, “Piştî derkeftina biryaran, ji ber tirsa têkdan û nearamiyê, bi kêmî ve li 14 parêzgehên başûrî ku pêkhata mezin a Kurd û Sûriyeyê vedigirin ji bo dema çar rojan xwenîşandan hatin ragehandin.
Dadgehê biryara azadkirina hejmareke siyasetvanan jî derxist, wekî seroka berê ya şaredariya Diyarbekirê Gultan Kisanak lê sizayê zindankirinê li ser gelek siyasetvanên din sepand.
Parêzerên bergiriyê ragehand ku tanê li wan biryarên dadgehê didin. Ew doza ku li dijî endamên berê yên Partiya Demokrat a Gelan Demîrtaş û Yuksegdag hatiye livandin vedigere wê demê ku şerê Sûriyeyê ser heldabû.
Her duhî di dawî rûniştina qanûnî ya doza Kobaniyê de, Dadgeha Enqereyê Serokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk jî bi 10 salên zindankirinê siza da.