Encûmena Dadweriyê ya Îraqê taneke YNKyê li ser hilbijartinan red dike

Encûmena Dadweriyê ya Îraqê
Encûmena Dadweriyê ya Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Dadweriyê ya Îraqê taneke YNKyê li ser rawestandina amadekariyên Komisyonê ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdiastanê red dike û daxwaza paşxistina hilbijartinan dike.

Di beyannameyekê de Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinan li Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê taneke YNKyê red dike, ku li ser rawestandina amadekariyên Komisyona Bilind a Hilbijartinan ji bo birêvebirina hilbijartinên Perlemana Kurdiastanê pêşkêş kiribû.

Di nivîsara Desteya Dadweriyê de ew mijar bi vî awayî hatiye ron kirin, “Piştî derxistina biryara dadgehê ji bo sererastkirina skalayekê li ser mîkanîzma hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, Komisyona Bilind a Hilbijartinan biryara rawestandina amadekariyan da heta wê demê ku ew skala tê yekalîkirin. Ev di demekê de ye ku biryar bû piroseya hilbijartinan li roja 10ê Hezîranê bê birêvebirin lê hêşta arêşe nehatine yekalîkirin, lewma Komisyonê jî dest bi amadekariyan nekiriye û dema mayî têra amadekariyên Komisyonê nake, lewma pêdivîtiya wê piroseyê bi derxistina mersûmeke nû ya Serokatiya Herêma Kurdistanê heye.

Herwesa tekez jî kir, Komisyonê desthilata biryardanê li ser piroseyên hilbijartinan heye û nabe dadgeh desttêwerdanê di biryarên wê de bike.

Dadgeha Federalî ya Îraqê li ser awayê birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û tevlîbûna pêkhatan di hilbijartinan de li xwe vedigere û bizavê ji bo çarekirina şaşîtiyên xwe dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Dadgeha Federalî Casim Mihemed Ebûd Humadî di civîna xwe de li ser tevlîbûna hemî aliyan di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de hevnerîn bûn.

Guhertina helwesta Dadgeha Federalî jî di demekê de ye ku helwesta PDK û Civaka Navdewletî li ser hilbijartinan bi awayekî azad, şefaf û dadperwerane neguher e. Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di bersiva K24ê de piştevaniya xwe ji bo tevlîbûna berfireh a hemî alî û pêkhatan di hilbijartinan de diyar kir.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel got, “Em li ser piştevaniya birêveçûna hilbijartinan bi awayekî azad û şefaf berdewam in, wekî perensîp em piştevaniya tevlîbûna berfireh a hemî aliyan di piroseya demokrasî de dikin, bi awayekî ku rengvedana berfirehî û pêkhatên civakê be”.

Dadgeha Federalî ya Îraqê li roja Yekşema bê. 19.05.2024, ji bo yekalîkirina skalaya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser parvekirina kursiyên Perlemana Kurdistanê dicive.