Şivan Perwer: Her devereke Kurdistanê bixwaze, em ahengên cemawerî lê çê bikin

Şivan Perwer
Şivan Perwer

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarkê Sêmêlê yê girêdayî parêzgeha Dihokê bi sponsoriya medyayî ya K24ê û bi amadebûna cemawerekî zêde, konserteke hunerî ji bo hunermend Şivan Perwer hat kirin.

Şivan Perwer di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Li her devereke Kurdistanê daxwaz bikin, em dê ahengên cemawerî lê çê bikin”.

Şivan Perwer li 23ê Îlona 1955ê hatiye ser dinyayê, di warê muzîka Kurdî de zêdetirî 25 albûman hene, herwesa nivîser, mamostayê muzîkê û muzîkjen e jî.

Ji ber şoreşgerî û helwestên xwe yên siyasî di medyayan de, Şivan xwediyê navdariyeke zêde ye û li ser astê cîhanê jî hunermendekî mezin û naskirî ye.