Parlamentoya Iraqê dema xwe ya yasayî mehekê dirêj kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Iraqê bi amadebûna 183 parlamenteran, 25emîn rûniştina xwe ya asayî dest pê kir û deng da ku dema xwe ya yasayî bo 30 rojî dirêj bike.

Ragihandina Encûmena Nûnerên Iraqê ragihand, encûmenê di civîna xwe ya îro ya bi serokatiya Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsen El-Mendelewî de, deng da ku dema xwe ya yasayî bo heyama 30 rojî dirêj bike.

Herwiha di diyar kir, di rûniştinê de, xwendina duyemîn jî ji yasaya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê kir.

Di mijareke din a rûniştina îro de, biryar hat dayîn ku ji bo cara 5emîn hilbijartina Serokê Parlamentoyê bê kirin ku her yek ji endamê Hevpeymaniya Sedara Mehmûd Meşhedanî û berbijarê Hevpeymaniya Azima Selîm Îsawî pêşbirkiyê dikin.

Dadgeha Federal roja 14ê Mijdara 2023an, endamtiya Mihemed Helbûsî di Parlamentoya Iraqê de bidawî anîbû û ji posta Serokê Parlamentoya Iraqê dûrxistibû.