Agir bi Bazara Qeyserî ya Kerkûkê ket.. Zêdeyî 100 dikanan şewitîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Agir bi Bazarê Qeyserî yê kevin ê Kerkûkê ket û zêdetir ji 100 dikanan şewitîn. Gumana dikandaran jî li ser şewatê hene.

Agirekî mezin îro danê sibê 19ê Gulanê bi Bazarê Qeyserî yê kevin ê Kerkûkê ket û piştî zêdetirî 2 demjimêran ji aliyê tîmên berevaniya sivîl ve hat kontrolkirin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, li gorî zanyariyên destpêkê zêdetirî 100 dikan û embar bi temamî şewitîne û bi dehan dikanên din jî ziyan dîtine.

Dikanên şewitîne yên cilûbergên zarokan û jinan e û dikandarekî ji K24ê re ragihand, “Dikanên me ji ber şewatê zirar dîtine. Kelûpelên me şewitîne û divê em wan bavêjin.”