Bakirhan: Doza Kobaniyê li dijî me pîlangeriyeke siyasî ye

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM-Partî) li bajarokê Esenyurtê bi mitîngekê biryarên Doza Kobaniyê şermezar kir. Hevserokê DEM-Partiyê Tuncer Bakirhanî di mitîngê de gotarek pêşkêş kir û got, Doza Kobaniyê pîlangeriyeka siyasî bû û çi pêwendiya biryarên Dadgeha Enqereyê bi yasayê ve nînin. Alîgirên DEM-Partiyê jî nerazîbûneka tûnd li dijî cezakirina siyasetmedarên Kurd nîşan dan.

Birayarên Doza Kobaniyê di mitînga DEM-Partiyê ya li bajarokê Esenyurtê hate şermezarkirin. Hemû partî û rêxistinên hevpeymanên DEM-Partiyê di mitîngê de amadebûn û hemahengiya xwe bo DEM-Partiyê tekez kirin. Hevserokê DEM-Partiyê Tuncer Bakirhanî jî diyar kir ku, Doza Kobaniyê li dijî wan pîlangeriyeka siyasî ye û ew biryarên dadgehê nas nakin.

Hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan got: “Kobanî dibe ku ji bo hin kesan doza pîlangeriyê be. Lê Kobanî ji bo me azadî û berxweden bû û dê wisa jî bimîne. Di Doza Kobaniyê de aliyê ku têk çû hevpeyamniya AK-Partî û MHPyê bû lê aliyê ku serket hevrêyên me û ciwanên Kobaniyê yên di şerê DAÎŞê de canê xwe ji dest dane. Yên bi doza Kobaniyê armanca jinavbirina me dikin, dê jinav biçin. Yên ku pirsa Kurdî çareser nakin dê jinav biçin û em dê ji vê hevpeymaniya me dadgeh dike rizgar bibin.”

Beşdarên mitîngê jî bi tûndî li dijî biryarên Dadgeha Enqereyê derketin û dan zanîn ku, çi fişar nikare wan paşde gav bide avêtin.

Welatî: “Ez vê nedadperweriyê qebûl nakim û heta dawiyê li pey serok û siyasetmedarên xwe me. Bila wisa hizir nekin ku em dê vê zordestiyê qebûl bikin û dest ji siyasetmedarên xwe berdin. Heta dawiyê em dê têkoşîna xwe bikin û heke pêwîst be, em dê her roj derkevin qadan.”

Welatî: “Em dê ji bo Silhedîn Demîrtaş canê xwe bidin. Ma Silhedîn çi kiriye ku 40 sal ceza didin wî. Ka rebeno çi kiriye ev qas ceza dan wî. Wî tenê doza Kurditiyê kiriye û goriye em Kurmanc in. Behsa çi kiriye rebenê xwedê.”

Di Doza Kobaniyê de 108 siyasetmedarên HDPyê hatin dadgehkirin û 24 siyasetmedar ku di nava wan de Hevserokên berê yên HDPê jî hene bi 407 salan hatin cezakirin, 5 siyasetmedar hatin azadkirin û 12 ji wan jî bêtawan hatin ragihandin.