Kuştargeha Hewlêrê daxwaz ji welatiyan dike goştê bêmor nekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kuştargeha Hevçerx a Hewlêrê rojane 600 heta 700 ajelan serjê dike û komîta beytar jî bi berdewamî pişknîna ajelan dike ku her ajelek nexweş be û goştê wî bikêr neyê, mora kuştargehê lê nakeve.

Berpirsê Hobeya Kuştargeha Hewlêrê Dr. Erselan Celal ji K24ê re ragihand, ew hemû ajelan berî serjêkirinê pişknîn dikin, ewên ji bo serjêkirinê guncayî bin serjê dikin. Her ajelek ku ne guncayî be, jî nayên serjêkirin û rê nadin were serjêkirin jî.

Dr. Erselan diyar kir: “Karmendên me yên bizîşkî yek bi yek ajelan pişknîn dikin, her ajelek yan endamekî laşê wî ne guncayî be, em serjêkirina wî red dikin.”

Metirsiya nexweşiya taya xwînberbûnê zêde ye û tedbîrên ji bo nehîştina nexweşiyê li Herêma Kurdistanê tund in. Ji destpêka îsal ve zêdetirî 30 hezar ajelên mezin û biçûk hatine serjêkirin, ji wê hejmarê jî zêdetir ji 16 hezar kîlo goştê nexweş hatiye redkirin.”

Ji aliyê xwe ve Rêveberê Kuştageha Hewlêrê Helmet Hemze jî ragihand: “Berî nexweşiyê û bi hatina nexweşiyê re jî, pêwîst e ajel li mal û kolanan neyên serjêkirin.”

Da zanîn jî, “Em welatiyan hişyar dikin ku ji ber germahiya zêde nexweşî zêde dibin, ji ber wê divê ew ji cihên fermî û cihên ku mohr lê hene, goşt bikirin.”

Ji bilî kontrolkirina kuştargehê, komîteyên qeymeqamiyê dest datînin ser hemû cihên ku ajelan li kolanan bi awayekî ne fermî tên serjê dikin.

Ji aliyekî din ve jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca parastina welatiyên Herêma Kurdistanê ji nexweşiya taya xwînberbûnê, broşûrên taybet belav kirine.