Cotkarên Kurd li Kerkûkê dest bi dirûna dexlûdanê xwe kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cotkarên Kurd li 5 gundên navçeya Sergeranê ya Kerkûkê piştî rakirina dorpêçan, dest bi dirûna berhemên xwe kirin.

Dorpêçên li ser cotkarên Kurd ên 5 gundên navçeya Sergeranê hatin rakirin û cotkarên Kurd dest bi dirûna berhemên xwe kirin.

Cotkar Sebah Îsmaîl ji K24ê re got: “Me serkeftinek mezin bi dest xist. Erebên hawerde hatibûn ta ku me jinav bibin, lê piştî ku Serok Barzanî hat ser xetê û komîteya parlamentoya Iraqê ya bi serokatiya Şexawan Ebdulla serdana me kir, pirsgirêk çareser bûn û em biser ketin.”

Cotkar Ebdulwehab kêfxweşiya xwe ya ji ber berhevkirina berhemên xwe anî ziman û got ku ew keda xwe ya salê didirûn û îro ji bo wan weke cejnekê ye.

Zêdetirî du hefteyan e ku artêşa Iraqê dirûna dexlûdanê li cotkarên Kurd ên gundên Sergeranê qedexe kiribû. Piştî hatina şanda parlamentoya Iraqê bi serokatiya Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulla, pirsgirêk hatin çareserkirin.

Piştî rakirina dorpêçiyan, cotkarên Kurd dest bi dirûnê kirin, lê ev ne dawiya kêşeyan e û gavên mezintir li pêşiya nûnerên Kurd li parlamentoya Iraqê hene, ji bo planên erebkirinê navçeyên Kurdistanî bi temamî pûç bikin.