Tilevizyona fermî ya Îranê: Helîkoptera Îbrahîm Reîsî tûşî rûdanekê bû

Îbrahîm Reîsî
Îbrahîm Reîsî

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû zanyarên tilevizyona fermî ya Îranê, helîkoptera Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî tûşî rûdanekê bûye.

Tilevizyona fermî ya Îranê ragehand, “Helîkoptera Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî bi zorî kariye dade”.

Wê çavkaniyê ron jî kir, “Ew rûdan ji ber xirabiya keş û hewayê bû”.

Medyayên Rûsyayê di vî warî de ragehandiye, “Helîkopterek ku Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî tê de bû li nav axa Rûsyayê keftiye xwarê”.

Eynî çavkaniyê amaje jî daye, “Heta niha çi zanyar nînin ka zirarên canî hene an na”.

Wezareta Navxwe ya Îranê jî di vî warî de belav kir, “Tîm bi rêyê ve ne ji bo ku bigehin cihê wê rûdanê”.

Çavkaniyên Îranî jî amajeyê didin, “Çi peywendî bi wê helîkopterê re nemane û tilefonên tevaya swarên wê jî daxistî ne”.