Encûmena Wezîrên Îraqê xişteyên budceya giştî ya sala 2024ê pejirandin

Civîna Encûmena Wezîrên Îraqê
Civîna Encûmena Wezîrên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Wezîrên Îraqê di civîna xwe ya îro de deng li ser xişteyên budceya giştî ya sala 2024ê da, di eynî demê de ew xişte ji Civata Nûneran re şandin ji bo ku deng li ser wan bê dan û bên pejirandin.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê belav kiriye, Encûmena Wezîrên Îraqê rûniştineke neasayî bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi merema dengdanê li ser xişteyê budceya federalî ji bo sala 2024ê û pejirandina wî kir.

Di wê ragehandinê de hatiye, xişteyên budceya giştî ya sala 2024ê ji bo Civata Nûnerên Îraqê tên şandin ji bo ku deng li ser bê dan û bên pejirandin.

Ev jî di demekê de ye ku li roja Çarşemê, 15.05.2024, civîna Lijneya Bilind a Sererastkirina Qanûna Budceya Federalî ji bo sala 2024ê bi tevlîbûna Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi serokatiya Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab li Bexdayê bi rê ve çû.

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de eşkere kir, “Di wê civînê de danûstandin li ser hejmareke dozên girêdayî Herêma Kurdistanê û rêkarên veguhastinê û lihevguhertina terxankiriyên pişka Herêma Kurdistanê li nav xişteyên qanûna giştî ya budceya sala 2024ê hatin kirin”.

Li dû wê ragehandinê, “Ew civîn di rewşeke dostane û berpirsyarane de hat kirin, ji her du aliyan ve hevfehimandineke hevpar û erênî ji bo çareseriya wan arêşeyan hebû yên ku di qanûna budceya sala borî de çê bûbûn. Li ser wê bingehê, biryar e xişteyên qanûna budceyê bi awayekî bên edilandin ku mafên Herêma kurdistanê di wê qanûnê de parastî bin”.