Li Bexdayê şer çê bû

Komên çekdar ên Îraqê
Komên çekdar ên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Du komên çekdar li devera Elubeydê ya Bexdayê şer kir û çend polîs birîndar bûn ku birînên hin ji wan giran in.

Li dû zanyarên K24ê, îro (Yekşem, 19.05.2024) li devera Elubeydê ya Bexdayê, şerek di navbera çekdarên Seraya Selam a girêdayî Muqteda Sedir, Rêberê Tevgera Niştîmanî ya Şîe û Ensarulah Elewfiyaî ya girêdayî Heşda Şebî de çê bû.

Zanyaran herwesa amaje daye, sê çekdarên Seraya Selam, du çekdarên Heşda Şebî û çar endamên rêzên polîsên federalî birîndar in ku birînên hin ji wan giran in û ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Li dû zanyarên K24ê, kurê Mihemed Saidî, Amir Lîwayê 19ê yê Heşda Şebî di postekî Facebookê de Muqteda Sedir wekî Beisî binav kiriye, di encamê de alîgirên Tevgera Şîe ya Niştîmanî û çekdarên Seraya Selam êrîşî mala navbirî kiriye.

Wezîrê Muqteda Sedir Mihemed Salih Îraqî piştî wan aloziyan di şandiyekê de ragehand, “Wî karî bidin destê hêzên ewlehiyê ji ber ku qanûn dê şermezar bike”.