Mesrûr Barzanî: Rûdana keftina helîkoptera Serokkomarê Îranê cihê dilgiraniya me ye

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Rûdana keftina helîkoptera Serokkomarê Îranê cihê dilgiraniya me ye. Em lavayan ji bo silametiya Serokkomarê Îranê û swarên wê helîkopterê dikin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 19.05.2024) di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê ragehand, “Rûdana keftina helîkoptera Serokkomarê Îranê cihê dilgiraniya me ye, ez hêvîdar im Serok Reîsî û swarên din bisilamet bin”.

Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Dilê me li cem wan û malbatên wan e û em lavayan ji bo silametiya wan hemiyan dikin”.

Îro (Yekşem, 19.05.2024) helîkopterek ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şanda pê re ber bi bajarê Tewrêzê vediguhastin tûşî rûdaneke nexwastî bû û neçar bû ku di rewşeke gelek giran û dijwar de dade.

Medyayên Îranê ragehand, “Serokkomarê Îranê, Wezîrê Derve yê Îranê û Parêzgerê Azerbaycana Rojhilat û Nûnerê Ayetûlah Xamineyî li Tewrêzê di wê helîkopterê de bûn.

Ew rûdan li devereke nêzî bajarê Cufayê li sinorê Azerbaycanê û nêzî 600 kîlometran li Bakurê rojavayê Tehrana paytexta Îranê çê bûye.