Sûdanî: Şandina pereyî ji bo mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê berdewam dibe

Mihemed Şiya Sûdanî
Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê radigehîne, “Em dê li ser parvekirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi vî awayê niha berdewam bin”. Herwesa dibêje, “Divê Herêma Kurdistanê dahatên negirêdayî petrolê bide destê Hikûmeta Federalî lê me nekiriye şert ku heta Herêma Kurdistanê dahatên negirêdayî petrolê nede dest em jî mûçeyan neşînin”.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Yekşem, 19.05.2024) di çarçoveya konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Dadgeha Federalî ronkirinek li ser parvekirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê daye û ragehandiye, çarekirina arêşeyan parvekirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi rêya eliktironî pêdivîtî bi demê heye, lewma me jî biryar daye ku em li ser parvekirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi vî awayê niha berdewam bin”.

Serokwezîrê Îraqê amaje jî da, “Eliktironîkirina mûçeyan pêdivîtî bi demeke dirêj heye, ew jî li ser bingeha wê lîsteya ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji me re tê şandin û ji aliyê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya HIkûmeta Federalî jî ve hûrbînî jê re tê kirin”.

Mihemed Şiya Sûdanî ron jî kir, “Me li ser wê yekê li hev kiriye ku divê Herêma Kurdistanê dahatên negirêdayî petrolê bide destê Hikûmeta Federalî lê me nekiriye şert ku heta Herêma Kurdistanê dahatên negirêdayî petrolê nede dest em jî mûçeyan neşînin”.

Navbirî tekez jî kir, “Em dê her li ser şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê pabend bin, heta wê demê ku arêşeyan dahatên negirêdayî petrolê jî bên çarekirin”.