Biryar e Cîgirê Yekem Mihemed Moxbir cihê Îbrahîm Reîsî bigire

Mihemed Moxbir
Mihemed Moxbir

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî hat ragihadin ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şandeya pê re di bûyera ketina helîkopterê de li bakurê rojavayê wî welêt canê xwe jidest dane, tê çaverêkirin ku Cîgirê Yekem ê Serokomar Mihemed Moxbir, posta serokomariyê werbigire.

Mihemed Moxbir kî ye?

Mihemed Moxbir, 68 salî ye, xwediyê du doktorayên di yasaya navdewletî û rêvebirinê de ye.

Wî serokatiya Komîteya Cîbicîkirina Fermana Îmam Xumeynî kiriye, ku saziyeke hikûmetê ye û taybet bi karên xêrxwaziyê ye. Di heman demê de Rêveberê Cibicîkar û Cîgirê Serokê Kompanyaya Pêwendiyên Xozistanê bû.

Di sala 2010an de, Yekîtiya Ewropayê ji ber bernameya Îranê ya mûşekî, navê wî xistibû lîsteya cezayan.

Di Çileya 2021ê de, ketibû lîsteya cezayên Xezîneya Amerîkayê.

Di Tebaxa 2021ê de, Serokkomar Îbrahîm Rêîsî, ew wek Cîgirê Yekem ê Serokomar destnîşan kir.

Destûra Îranê:

Li gorî madeya 113 ya destûra a Îranê, Serokkomar piştî posta Rêberê Bilind, wek berpirsê herî bilind ê welêt tê.

Her di xala 113'an de jî tê gotin ku Serokkomar ji ber pêkanîna destûrê berpirsyar e û serokatiya desteya cibicîkar dike.

Herwiha di madeya 131 a destûrê de hatiye, di egera mirin, nebûna yan nexweşiya Serokkomarê Îranê de, Cîgirê Yekem ê Serokkomar bi erk û berpirsyariyên Serokkomar radibe.

Her di xala 131 a destûrê de jî tê gotin ku ji bo pêkanîna rêkarên hilbijartina serokkomarê nû, di nava 50 rojî de komîteyek bê avakirin.