Serokwezîrê Iraqê hevxemiya ligel rêber, hikûmet û gelê Îranê nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber mirina Serokomarê Îranê û şandeya pê re, Serokwezîrê Iraqê sersaxî li rêber, hikûmet û gelê Îranê dike.

Serokwezîrê Îraqî Mihemed Şiya Sûdanî îro 20ê Gulanê di peyamekê de ragihand, “Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya mirina Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emir Ebdullahiyan û hevalên wan di bûyera ketina helîkopterê li bakurê Îranê de bihîst.”

Serokwezîrê Iraqê di beşeke din a peyama xwe de sersaxî û hevxemiya xwe ji Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî, hikûmet û gelê Îranê re nîşan da.

Helîkoptera ku Serokkomarê Îranê, Wezîrê Derve û hejmarek rayedarên din payebilind ên Îranê tê de bûn, duh piştî nîvro li herêmeke çiyayî ya li bakurê parêzgeha Azerbaycana Rojhilat ketibû xwarê.

Ajansa nûçeyan a “MEHR” îro 20ê Gulana 2024an ragihand, helîkoptera Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî piştî zêdetirî 18 demjimêran ji lêgerînê, li herêmeke çiyayî ya bakurê rojavayê Îranê şikestî hat dîtin û hemû kesên tê de bûn, canê xwe jidest dane.

Li gorî wê ajansê, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan, Îmamê Îniyê yê Tewrîzê Mihemed Ayetûlla Elî Haşim, Parêzgarê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî û tîma helîkopterê canê xwe jidest dan.