Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Komara Îslamî ya Îranê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Komara Îslamî ya Îranê kir û ragihand, “Canjidestdana Serokkomarê Îranê, ziyaneke mezin e ji bo Komara Îslamî û gel û dostên wê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 20ê Gulanê peyamek derbarê canjidestdana Serokkomarê Îranê û şandeya pê re belav kir û tê de got: “Bi nûçeya canjidestdana Serokkomar Îbrahîm Raîsî, Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan û hejmarek ji hevalên wan, di bûyera ketina helîkoptera wan de, em ji hinavan ve dilteng û xemgîn kirin.”

Di beşeke din a peyamê de hat: “Di vê dema dijwar de, em hevxemî û hevsoziya xwe ya kûr bi Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Seyîd Elî Xamineyî, serkirdayetî, hikûmet, gelê Îranê yê dost û cîran û malbata wan nîşan didin. Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku giyanê wan bi dilovaniya xwe şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî.”

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Canjidestdana Serok Reîsî ji bo Komara Îslamî, gelê misilman ê Îranê û dostên wê azar û ziyaneke mezin e. Lê em piştrast in ku gelê ciwamêr ê Îranê û Komara Îslamî vê belayê derbas bike. Xwedêyê mezin arîkar û parêzerê hemûyan be û bîranîna xwedêjêraziyan bi xêr.”

Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Raîsî û şanda pê re duh êvarê li parêzgeha Azerbeycana Rojhilat ji ber rewşa keşûhewayê ket xwarê. Li gorî medyaya fermî, piştî lêgerîna 18 demjimêran, helîkopter hat dîtin û Raîsî û şandeya pê re canê xwe jidest dane.