Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Dawayê ya Îslamî - Rêkxistina Îraqê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Dawayê ya Îslamî - Rêkxistina Îraqê bi serokatiya Cîgirê Sikirtêrê Giştî yê wê partiyê dike.
Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 20.05.2024) li Pîrmamê pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Dawayê ya Îslamî - Rêkxistina Îraqê bi serokatiya Cîgirê Sikirtêrê Giştî yê wê partiyê Diktor Xalid Esedî kir.
Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Îraqê û pêdivîtiya çarekirina arêşeyan û bicihanîna tebayî û seqamgiriyê li hev guhertin.
Her di wê hevdîtinê de, tekez li ser hevahengiya navbera aliyan ji bo derbazkirina gef û hevrikiyan û pêdivîtiya çêkirina peywendiyan û gehiştina hevfehimandinê di navbera pêkhat û aliyên Îraqî de hat kirin.