Çavkaniyek ji K24ê re: Êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê nehatiye kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyeke haydar ji Zeviya Kormorê ya Gazê ji K24ê re ragehand, “Berî demeke kêm tiştekî xerîb li asmanê Zeviya Kormorê ya Gazê hatiye dîtin lê em nizanin ka ew dron bû an na”.

Wê çavkaniyê herwesa ragehand, “Zêrevan û karmendên ewlehiya wê zeviyê teqe lê kiriye”. Herwesa got, “Ew dûr keftiye û Zeviya Kormorê bombebaran nekiriye û rewş niha asayî ye”.

Li roja Înê, 26.04.2024, êrîşeke dronî li ser Zeviya Kormorê ya Gazê hat kirin û di encamê de çar karmendên Yemenî yên wê zeviyê hatin kuştin û hejmareke din jî hat birîndarkirin, ku ev êrîşa duyê bû di îsal de li ser wê zeviyê hat kirin.

Hema piştî wê êrîşê, her du wezaretên Karebê û Samanên Xwezayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Ji ber êrîşa dronî ya li ser Zeviya Kormorê, şandina gazê ji bo westgehên berhemanîna karebê rawestiyaye û lewma jî nêzî 2500 Mêgawatên karebê kêm bûne”.

Zeviya Kormorê ya Gazê li sala 2007ê hatiye damezrandin, dikeve sinorê nahyeya Qadirkeremê ya qezaya Çemçemalê li parêzgeha Silêmaniyê û kompaniya Danagazê weberhênanê tê de dike.