Belên Ebdula: Ji ber rawestandina karên Komisyonê, hilbijartin di dema xwe de nayên kirin

Belên Ebdula
Belên Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) - Çav li ser biryara Dadgeha Federalî ne; çend jivanê yekalîkirina tana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê paşxistin, diyarkirina jivanê nû yê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê jî hind tê paşxistin.

Ji bo aliyên siyasî ron bûye ku hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li roja 10.06.2024ê nayên kirin, ew li benda jivanekî nû ne.

Sikirtêrê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Belên Ebdula ji K24ê re ragehand, “Bi piştrastî ve hilbijartin di dema xwe de nayên kirin. Ji ber ku Dadgeha Federalî hemî rêkarên Komisyonê rawestandine, hingê diyarkirina dema piroseya hilbijartinan dikeve ser milên desthilata Serokê Herêma Kurdistanê, ew jî bi hevahengî bi Komisyona ku jiyê wê hatiye dirêjkirin re”.

Dirêjkirina jiyê Komisyonê bûye yek ji bernameyên Civata Nûnerên Îraqê. Di edilandina wê qanûnê de jî hatiye, dirêjkirina jiyê Komisyonê tenê ji bo piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ye, ku jiyê wê ji bo dema şeş mehan tê dirêjkirin. Li ser bingeha van şeş mehan, şarezayên warê hilbijartinan li ser jivanê nû diaxivin”.

Şarezayê Warê Hilbijartinan Hoşyar Malo ji K24ê re ragehand, “Eger evro biryar hat dan ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin yanî li roja 10.06.2024ê, tenê çapkirina formên dengdanê 40 roj divên. Li dû wan amajeyên ku hene, piroseya hilbijartin tê paşxistin lê zêde jî nayê paşxistin, amajeyên herî zêde ew in ku li Îlon an jî Cotmeha îsal bên kirin”.