Muna Qehweçî: Em hewla zêdekirina kursiyên pêkhateyan didin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Serokê Partiya Çaksazî ya Tirkmenan tekezî li ser beşdariya tirkmenan di gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de dike û dibêje, pêwîst e pêdaçûn di çawaniya dabeşkirina kursiyên pêkhateyan de bê kirin.

Cîgira Serokê Partiya Çaksazî ya Tirkmenî Muna Qehweçî di kongreyeke rojnamevanî de got: “Em bang li Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê dikin ku pêdaçûnê di biryara xwe de bike û hejmara kursiyên pêkhateyan zêde bike û wan li ser çend deveran dabeş neke.”

Muna Qehwecî got, pêwîst e hilbijartinek bên kirin ku hemû saziyên Herêma Kurdistanê parastî bin û hemû pêkhate bi awayekî aktîf tê de beşdarî bibin.

Diyar kir: “Ti dadwerî di dabeşkirina kursiyên pêkhateyan de nîne û emê li ser hewlên xwe berdewam bin û daxwazê ji komîsyonê dikin ku pêdaçûnê di biryara dabeşkirina kursiyên pêkhateyan de bike.”

Tekez kir jî, ew ê beşdarî gera şeşem a hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê bibin, bi mercê ku pêdaçûn di dabeşkirina kursiyên pêkhateyan de were kirin.

Dadgeha Federalî ya Iraqê îro 21ê Gulanê biryara Komîsyona Dadwerî ya Hilbijartinan pesend kir, ku li gorî metna biryarê, 5 kursiyên pêkhateyan dê li ser parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê bên dabeşkirin.

Pêştir Dadgeha Federalî biryar dabû ku hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji 110 kursiyan bo 100 kursî bên kêmkirin û kursiyên parêzgehên Herêma Kurdistanê bi vî awayî dabeş kiribû: Hewlêr 34 kursî, Silêmanî 38 kursî, Dihok 25 kursî û Helebce 3 kursî.