Li Hewlêrê 2 bazirganên mezin ên madeyên hişbir hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir 20 kîlo madeyên hişbir û 2 bazirganên mezin girtin.

Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir îro 22ê Gulanê di çalakiyekê de, 2 tohmetbarên bazirganiya madeyên hişbir li Hewlêrê girtin.

Bazirganan hewla belavkirina 20 kîlogram ji madeyên hişbir li Hewlêrê dabûn, lê plana wan ji aliyê Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir ve hat pûçkirin û niha lêkolîn bi herdu bazirganan re hatin kirin û radestî dadgehê hatine kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewlên xwe yên ji bo nehîştina madeyên hişbir zêde kirine. Li gor amarên Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir, di çar mehên îsal de, 580 tohmetbar hatine girtin, ji van 328 gumanbaran ev madeyên hişber kirîne û firotine û 76 kîlo madeyên hişbir hatiye desteserkirin.