Malbata Pêşrew Dizeyî xelatê rêzgirtinê pêşkêşî Serokê Desteya Weberhênanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Weberhênanê ji aliyê malbata Pêşrew Dizeyî ve xelatekî werdigire ku nîşana bizavên wî ye ji bo avedanî û xizmet û hêsankariyên wî di çarçoveya piroseyên weberhênanê li Herêma Kurdistanê de.

Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî pêşwaziya Roj Pêşrew Dizeyî kir ku yek ji qurbaniyên êrîşa moşekî ya Çileya îsal a li ser bajarê Hewlêrê ye ku ji aliyê Îranê ve hatibû kirin.

Di wê hevdîtinê de, Serokê Desteya Weberhênanê rolê weberhêner Roj Pêşrew Dizeyî di avedanî û xweşikkirina sîmayê bajarî de bilind nirxand û hêviya serkeftin û berdewamiyê jê re xwast.

Paşî Roj Pêşrew Dizeyî bi navê xwe û malbata xwe xelatê rêzgirtinê ku wekî Qelxana Paytextî tê naskirin pêşkêşî Serokê Desteya Weberhênanê kir, ji ber wan xizmet û hêsankariyên ew li Herêma Kurdistanê pêşkêşî piroseya weberhênanê dike.