Azad Kûreçî: Ji bo parvekirina kursiyan pirsyar ji pêkhatan nehatiye kirin

Azad Kûreçî
Azad Kûreçî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Firaksiyona Mîletê di Gera Pêncê ya Perlemana Kurdistanê de radigehîne, “Divê YNK itîrafî bike ku parvekirina kursiyên pêkhatan şaş e”. Herwesa dibêje, “Ji bo parvekirina kursiyan pirsyar ji pêkhatan nehatiye kirin”.

Serokê Firaksiyona Mîletê di Gera Pêncê ya Perlemana Kurdistanê de Azad Kûreçî ji K24ê re got, “90% ya Tirkmenan li Hewlêrê dijîn, çawa dibe ku li Hewlêrê yek kursî ji bo Tirkmenan be, di demekê de ku Tirkmen li Silêmaniyê nînin û bi eynî awayî kursiyek jê re hatiye terxankirin, kî dê li Silêmaniyê dengê xwe bide Tirkmenan?”.

Azad Kûreçî herwesa got, “Çawa ku YNKyê daxwaza parvekirina kursiyên pêkhatan kir, bila niha jî daxwaza sererastkirina mîkanîzxma parvekirinê bike”.

Navbirî bal kêşa ser wê yekê jî ku ji bo parvekirina kursiyên pêkhatan pirsyar ji pêkhatan nehatiye kirin û ew parvekirina niha şaş e.

Serokê Firaksiyona Mîletê di Gera Pêncê ya Perlemana Kurdistanê de amaje jî da, “Divê YNK nerîna Tirkmenan li ser pirsa parvekirina pêkhatan werbigire û divê itîrafê bi şaşîtiya xwe bike û daxwaza sererastkriina wê bike”.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê Sêşema borî, 21.05.2024) biryara Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinên Îraqê pejirand. Li dû tekista wê biryarê ku roja Duşemê, 20.05.2024, derkeftiye; pênc kursiyên pêkhatan bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê tên parvekirin:

1.    Hewlêr: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

2.    Silêmanî: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

3.    Dihok: yek kursî ji bo Ermenan.

Pêştir Dadgeha Federalî ya Îraqê biryar dabû ku hejmara Kursiyên Perlemana Kurdistanê ji bo 100 kursiyan kêm bike, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî li dû wê biryarê ew kursî bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma kurdistanê belav kiribûn: 34 kursî ji bo Hewlêrê, 38 kursî ji bo Silêmaniyê, 25 kursî ji Dihokê û sê kursî jî ji bo Helebceyê.