Ehmed Turk: Cudahî di navbera şaredariyên Tirkiyeyê de tê kirin

Ehmed Turk
Ehmed Turk

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Şaredariya Mêrdînê amajeyê dide, “Me berpirsyarîtî bi rêya îradeya xelkî wergirtiye”. Herwesa dibêje, “Em kar dikin ji bo ku xirabkariyên qeyûman nehêlin”.

Serokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk îro (În, 24.05.2024) di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Cudahî di navbera şaredariyên Tirkiyeyê de tê kirin û li beranber jî hejmareke medyayan têkdanê di vî warî de dikin û piştevaniya sîstema qeyûman dikin”.

Ehmed Turk amaje jî da, “Me bi rêya îradeya xelkî deng wergirtine û berpirsyarîtî bi dest xistiye û em bi şefafiyeke temam kar dikin û hemî zanyaran jî bi medyayan didin”.

Navbirî tekez jî kir, “Em naxwazin bi wê hemî têkdana li beranberî me tê kirin destan ji berpirsyarîtî û xizmetkrinê berdin”. Daxwaz jî ji medyaya Tirkiyeyî kir ku bi wijdan serederiyê bi wan re bikin.

Serokê Şaredariya Mêrdînê bal kêşa ser wê yekê jî ku qeyûman xirabkarî kirine û çend dozên neşefaf li pey xwe hiştine û merema wan ew e ku xirabkariyên wan nehêlin.

Dadgeha Enqereyê li roja Pêncşemê, 16.05.2024, Serokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk li ser doza Kobaniyê bi deh salên zindankirinê siza da.

Di dawî hilbijartinên Encûmena Şaredariyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de, Ehmed Turk kandîdê yekê yê Dem PArtiyê bû, ji bo Şaredariya Mezin a Mêrdînê; karî piraniya dengan bi dest bixe û bibe serokê wê şaredariyê.

Navbirî di hilbijartinên şaredariyan ên salên 2014ê û 2019ê de jî wekî Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê hatibû hilbijartin lê her du caran jî qeyûm li şûna wî hatibûn danan.