Naveroka civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê

Nêçîrvan Barzanî  û Mihemed Zaîd Alnehiyan
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Zaîd Alnehiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê îro civiyan û her du aliyan peywendiyên di warên aborî û bazirganî û alîkariya enerjiyê de tekez kirin.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (În, 24.05.2024) ragehand, “Li Ebuzebî ji aliyê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Zaîd Alnehiyan ve pêşwazî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat kirin”.

Di çarçoveya wê civînê de, danûstandin li ser peywendiyên Îmaratê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin kirin, herwesa her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşhatên deverê li hev guhertin.

Li dû wê ragehandinê, her du aliyan tekez li ser berdewamiya peywendiyan di warên aborî û bazirganî û alîkariya enerjiyê de kir, herwesa behsa derfet û warên weberhênanê û sermayedariya Îmaratê li Îraq û Herêma Kurdistanê kir, xasma di pirojeyên jêrxane û pêşxistinê de.

Li ser rewşa Rojhilata Navîn û verêjên wê, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê li ser giringiya hevkariyê û alîkariya hevpar û tevalî ya welatan ji bo parastina tenahî û seqamgirî û rêgirtina li zêdetir berfirehbûn û belavbûna aloziyan hevnerîn bûn.

Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bi welatên cîran û deverê re, guhertinên av û hewayê û verêjên wê, herwesa çend pirsên ku ji bo her du aliyan giring bûn mijarên aliyekî din ê wê civînê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (În, 24.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Îmaratê û ji aliyê Wezîrê Dewletê ji bo Karûbarên Derve Xelîfe Şahîn û Konsulê Giştî yê Îmaratê ve pêşwazî lê hat kirin.

Îmaratê peywendiyeke mukom bi Herêma Kurdistanê re heye, xasma di warê weberhênanê de ku du kopaniyên mezin ên Îmaratê di warê enerjiyê de li Herêma Kurdistanê kar dikin.