Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Gulanê serhildaneke bi rûmet a miletekî ji bo azadiyê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Nêçîrvan Barzanî îro di salvegera şoreşa Gulanê de tekezî li ser kar û hevtêgihiştina hevpar dike û dibêje: “Şoreş, serhildaneke bi rûmet a neteweyekê bû ji bo azadî û serfiraziyê de.”

Cîgirê Serokê PDKê îro 26ê Gulanê peyamek bi boneya salvegera şoreşa Gulanê belav kir û tê de ragihand, “Em îro 48. salvegera Şoreşa Gulanê bi bîr tînin, em bejna xwe li ber giyanê pak ê şehîdan ditewînin û wan bi rêzdarî bibîr tînin. Silav li hemû Pêşmerge, kadro û hemû wan qehreman û mêrxasên ku bi her şêweyekî di nava refên şoreşê de xebat kirine.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Şoreşa Gulanê serhildaneke birûmet a miletekî bû ku amade bû canê xwe ji bo azadî û serfiraziyê feda bike. Di Şoreşa Gulanê de gelê Kurdistanê îspat kir ku ew ti carî kol nade û peyam û armanca Şoreşa Mezin a Îlonê ya bi rêbertiya Barzaniyê nemir heta serkeftinê berdewam e.”

Di peşeke din a peyamê de hat: “Kombûna hêz û aliyên Kurdistanî li dor armanceke bilind, berhema Şoreşa Gulanê bû, ku di dawiyê de bû sedema serkeftina serhildana Adara 1991ê, azadî, federalî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.”

Cîgirê Serokê PDKê tekez kir: “Di vê bîranînê de, em tekezî li ser xebat û hevtêgihiştin û pêkveyîyê dikin ku niha û paşerojeke baştir ji gelê Kurdistanê re misoger dike.”