Kurnîşa Zaxoyê rûgeha geştiyaran e

kurdistan24.net

Zaxo (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeya Kurnîşa Zaxoyê bi 15 milyar dînar cîbicî kir ku bûye rûgeha hejmareke mezin a geştiyaran.

Geştyar Salih Semed ji K24ê re got: “Projeya Kurnîşa Zaxoyê, pirojeyeke gelek ciwan û xweş e, bala me kişand ku em bi sedan kîlometran rê bibirin werin vir. Bedewiya vê pirojeyê wiha dike ku em spasiya hikûmetê bikin.”

Geştyar Cînan Ehmed dibêje: “Min qet pêşbînî nedikir ku Kurnîşa Zaxoyê bi vî awayî bê guhartin û ciwan bibe.”

Ji aliyê xwe ve geştyar Şêrwan Husên got, projeya geştiyariyê ya Kurnîşa Zaxoyê, gelekî ciwan û xweş e, bi taybet rojên înê gelek geştyar tên û qerebalix dibe.

Çêkirina vê projeyê û çend projeyên din li Zaxoyê, geştiyariya li herêmê bipêş xistiye û rêjeya geştiyaran zêde kiriye.

Berdevkê Rêveberiya Geştûguzariyê ya Zaxoyê Bêwar Sindî ji K24ê re ragihand, piştî çêkirina Kurnîşa Zaxoyê û derdora pira delal a Zaxoyê, divê em kampanyayekê bidin destpêkirin û reklamê bikin ku geştyar serdana Zaxo bikin.

Projeya Kurnîşa Zaxoyê bi nirxê 15 milyar dînar li ser erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye cîbicîkirin.