Bi amadebûna Mesrûr Barzanî Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê tê vekirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, îro demjimêr 18:00ê bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê tê vekirin.

Husên bin Elî El-Fezalah weke Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê hatiye destnîşankirin. Roja Înê 24ê Gulanê jî, şandeke pilebilind a Wezareta Derve ya Qeterê bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Wezaretê Ehmed Hesen ji bo vekirina konsulxaneya xwei Hewlêrê, gihîştiû Herêma Kurdistanê û duhî Şemiyê jî bi Serok Barzanî re civiyabû.

Berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Qeterê çendîn car in tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera Hewlêr û Dohayê di warên geştiyar, aborî û geşepêdanê de kirine.